Hewlêr (Rûdaw) – Dolar di dîroka xwe de cara ewil bi ser 34 lîreyan ket ku ev jî rekoreke nipînû ye.
Dolar îro li bazaran gihişt 34,00150 lîreyên Tirkî.
Ne tenê dolar, zêr jî li pey rekorên xwe diçe.
Grameke zêr îro 2 hezar û 800 lîre derbas kir û ev jî rekoreke nû ye.
Zêrker îro zêran bi van bihayan difiroşin:
Gram
Kirîn: 2 hezar û 725 lîre
Firotin: 2 hezar û 803 lîre
Zêrê Çaryek
Kirîn: 4 hezar û 505 lîre
Firotin: 4 hezar û 570 lîre
Zêrê Tam
Kirîn: 18 hezar û 49 lîre
Firotin: 18 hezar û 214 lîre
Banka Navendî ya Tirkiyeyê doh destnîşan kiribû ku xwesteka li ser dovîzê zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse