STENBOL – Bazara qurbanên cejnê germ e

22-08-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Sûltangazî Bazar Ajel Qurban Cejn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Bi nêzikbûna Cejna Qurbanê re li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bazarên firotina qurbanan careke din hatine sazkirin. Bazara herî mezin a Tirkiye jî li Sûltangazî ya Stenbolê konên xwe danîn. Ji tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran ajal li van bazaran, li benda kiryar û dawiya serjêkirina xwe ne.

 

Ji Cejna Qurbanê re çend roj man û bi nêzikbûna wê re bi sedan bazar jî ji bo firotina qurbanan hatin sazkirin.

 

Bazara herî mezin a Tirkiyê weke her sal îsal jî li Sûltangazî ya Stenbolê hate vekirin. Bazara qurbanan îsal ji sala çûyî germtir e û him kiryar him jî firoşkar xweşhal in ji rewşa heyî. Gelo nîşaneyên qurbaneke bi tendurist û baş, divê kiryar miqateyî çi pîvanan bin.

 

Beytar Ersîn Coşkûn di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Di kirîna qurbanan de du pîvanên sereke hene, ku divê xelk lê miqate be. Yek temenê ajalan û ya din jî saxlemî û tenduristî ye. Ajalên biçûk divê herî kêm yek salî û ên mezin jî herî kêm du salî bin. Di warê tenduristiyê de jî divê qurban jar nebin, di dev guh û çavê wan re avrêjk neyê, pirça wan zindî be û baldarbin ji derdora xwe û organên wan ne kêm bin.”

 

Bihayê qurbanan îsal ji aliyê kiryaran ve normal tê qebûlkirin û ew jî dike ku îsal ji salên çûyî zêdetir qurban bêne serjêkirin.

 

Kiryar Adnan Akin da xuyakirin: “Bihayê îsal bihayê sala çûyî ye. Guherînek nîn e û qurbanên îsal jî baş in.

 

Herwiha kiryar Sînan Çetîn diyar kir: “Ez ji Gergerê me û vana jî ji Rihayê hatine. Hatine vir ku bifiroşin. Evana ên memleketê me ne û tercîhkirina van zêdtir dibe.”

 

Çavlirê ye ku îsal li Stenbolê nêzikî 300 hezar qurban bêne serjêkirin. Ji Bakurê Kurdistanê jî nêzikî 200 hezar ajal ji bo Stenbolê hatine veguhestin.

 

Firoşkar Serwet Kûrt got: “Ew çend sal e em ajelên xwe tînin vê derê. Me heta niha tu kêşe nedîtine. 4 roj in em li vir in û me 15 heb firotine. Biha jî weke bihayê par e. Em conegayên baş 13, 13,5 hezar lîreyan didin. Heywanê normal jî 9- 10 heta 11 hezar lîre ye û vê derdorê em difiroşin.

 

Hemwelatiyê bi navê Osman Zengîn, ku kurdê Qirşehîrê ye, pez anîne Stenbolê û dibêje: “Ezî ji Qirşehîrê me û min vana jî 100 pez anîn û heta niha min 5 heb firotine. Em niha li hêviya bikiran in. Nirx jî zêde ne bilind in. Hezar û 100 lîreyan an jî hezar û 200 lîreyan e. Herî zêde hezar û 500 lîre ye.”

 

Li bazarên firotina qurbanan her tişt di bin kontrola şaredariyan de ye. Li van bazaran cihê serjêkirinê, cihê razana şivanan, cihê kontrol û dezenfektekirinê, beytar û hemû pêdiviyên serjêkirin û amadekirinê jî hatine bicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst