Odeya Bazirganiya Sine: Hinardeya Îranê bo Herêma Kurdistanê %40 kêm bûye

22-03-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Sine Odeya Bazirganiya Sine Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bazirganiya Parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di sala bihorî de (li gor sala Îranê wate ji 21-3-2021 ta 21-3-2022) hinardeya Îranê bo Herêma Kurdistanê bi rêjeya %40 daketiye û Tirkiyê cihê Îranê girtiye.

Serokê Odeya Bazirganiya Parêzgeha Sine, Seyid Kemal Hisênî dibêje, ew hema hema bazara parêzgeha Silêmaniyê ji dest didin û diyar kir, %40 ji hinardeya Îranê bo Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Hisênî behsa sedema daketina rêjeya hinardeya Îranê bo Herêma Kurdistanê kir û got, pirsgirêkên di navbera rêvebirên deriyên sînorî yên parêzgeha Sine de û pirsgirêkên girêdayî yasa û rêkaran ji sedemên daketina rêjeya hinardeya Îranê ne.

Serokê Odeya Bazirganiya Sine dibêje, çavkanî û derfetên Îranê gelek ji Tirkiyê baştir in, lê bazirganiya Tirkiyê li gel Herêma Kurdistanê 2 ta 3 qatî bazirganiya Îranê ye.

Ev rewş di demekê de ye ku duh Rêberê Komara Îslamiya Îranê bi helkefta sala nû, pêşxistina weberhênanê wek dirûşma sala nû ya li welêt destnîşan kir.

Serokê Odeya Bazirganiya Sine ragihandiye, “Berê me digot bazara navçeya Silêmaniyê di destê me de ye, lê niha li wê navçeyê jî kelûpelên Tirkî cihê kelûpelên Îranî digirin.”

Bi gotina Kemal Hisênî, piştgiriya Tirkiyê bo bazirganên xwe, nizimiya kalîteya kelûpelên Îranî, paşve vegerandina kelûpelên Îranî û nebûna planeke rêkûpêk wek sedemên daketina bazirganiya di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Tirkiyê ragihandiye ku plana wan heye di çend salên bihê de qebareya bazirganiya xwe li gel Iraqê bigihîne 30 milyar dolarî ku pişka herî zêde ya wê di rêya Herêma Kurdistanê re ye. Lê Îranê ji bo bazirganiya ligel Iraqê, 20 milyar dolar ji xwe re kiriye armanc.

Li gor rapora gumruka Îranê, di 11 mehên bihorî de Îranê bi buhayê 8 milyar dolar kelûpel hinardeyî Iraqê û Herêma Kurdistanê kiriye ku milyarek dolar ji sala par zêdetir e.

Li gor raporên fermî yên hikûmeta Tirkiyê jî, wî welatî di sala 2021 de bi buhayê 11 milyar dolar kelûepl hinardeyî Iraqê û Herêma Kurdistanê kiriye ku 2 milyar dolar ji sala 2020 zêdetir e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst