Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îşev nîvê şevê mazot lîreyek û 45 qurişan biha dibe.
Bihayê petrolê û dolar bandorê li bihayê mazot û benzînê jî dike.
Li gorî pisporan dibe ku ev bandor hefteyên bê jî berdewam bike.
Bi bihabûna nû re li Stenbolê lîtreya mazotê dê bi ser 48 lîreyan bikeve.
Li Stenbolê bihayên benzîn, mazot û gazê (LPG) wiha ne:
- Benzîn: 46,43 lîre/lître
- Mazot (piştî bihabûnê): 48,01 lîre/lître
- LPG: 27,59 lîre/lître
Bihabûna benzîn û mazotê bandorê ne tenê li veguhastin û hilberînê, li hemû hemû jiyana aborî jî dike.
Hat diyarkirin ku ev bihabûn ji ber dolar û petrolê ye ku di demên dawî de bihayê wan ber bi jorê ve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse