Deynê Tirkiyê yê dem kurt 182 milyar dolar e

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê Tirkiyê yê demkurt ku pewîst e di nav salekê de bê dayîn 182 milyar û 300 milyon dolar e. Di meha Gulanê de ev reqem 182 milyar û 400 milyon dolar bû.

Banka Navendî ya Tirkiyê, amarên deynê dem kurt ên derve yên meha Gulana 2022ê eşkere kirin. Deynê Tirkiyê yê dem kurt bo derve di dawiya meha Gulana 2022ê de, li gor dawiya sala 2021ê %10.6 zêde bûye û gihiştiye 134 milyar û 500 milyon dolar.

Deynê dem kurt ê Tirkiyê bi giştî ku pêwîst e di nav salekê de bê dayîn 182 milyar û 300 milyon dolar e. Deynê bankeyan ê dem kurt bo derve %9.2 zêde bûye û gihiştiye 56 milyar û 100 milyon dolar.

Deynê sektorên din %10.9 zêde bûye û bûye 49 milyar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst