Dolarek bû 17.58 lîreyê Tirkî

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî berdewam e û dolarek gihişte 17.58 lîreyan.

Dolarê Amerîkî, piştî biryara sînordarkirina krediyên bazirganiyê ji aliyê Lijneya Sererastkirin û Kontrolkirina Bankeyan (BDDK) a Tirkiyê ve, ku 24ê Hezîranê eşkere kiribû 5ê Temûzê careke din sînorê 17 lîreyên Tirkî derbas kiribû.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî berdewam e. Îro 19ê Temûza 2022an nirxê lîreyê Tirkî zêdetir daket û dolarekî Amerîkî gihişte 17.58 lîreyan û euro bû 18.04 lîre.

Herî dawî dema Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê gotibû “em faîzê bilind nakin û berovajî dadixînin” bandor li nirxê lîreyê Tirkî kiribû û bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî zêdetir daketibû.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst