Hewlêr (Rûdaw) – Benzîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro careke din biha bû û bihayê wê bi ser 38 lîreyan ket.
Îro lîtreya benzînê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1 lîre û 55 quruşan giran bû.
Piştî vê bihabûnê benzîn û mazot li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di maweyê hefteyekê de 2 caran biha bûn.
Piştî bihabûna îro bihayê benzînê li piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser 38 lîreyan ket.
Ji sedî 100 biha bû
Berî hillbijartinên 14ê Gulana 2023yan lîtreya benzînê bi 19 lîreyan bû.
Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bihayê benzînê ji sedî 100 hatiye zêdekirin.
Benzîna herî biha li Colemêrgê ye
Li aliyê din benzîn, mazot û gaza herî biha li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Piştî bihakirina îro, li hinek bajaran bihayê lîtreya benzînê bi vî şiklî ye:
- Stenbol: 37,71 lîre
- Enqere: 38,23 lîre
- Îzmîr: 38,34 lîre
- Edene: 38,66 lîre
- Amed: 38,90 lîre
- Colemêrg: 39,07 lîre
Mazot nêzîkî 40 lîreyî bû
Ne tenê benzîn herwiha mazot jî roj bi roj biha dibe û mazot jî gihiştiye nêzîkî 40 lîreyî.
Li Stenbolê lîtreya mazotê bi 38,34 lîreyan, li Enqereyê bi 38,83 lîreyan û li Îzmîrê jî bi 38,99 lîreyan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse