Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye benzîn tê erzankirin

16-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li benzînxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê lîtreyeke benzînê 96 quruş tê daxistin. Piştî ku li seransrê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha borî de nirxê lîtreyeke benzînê gihiştibû derdora 30 lîreyên Tirkî, vê dawiyê bi daketina nirxê petrola xav, nirxê wê li benzînxaneyan tê erzankirin.

Li gor zanyariyên sektora petrolê ya Tirkiyê dê ji 18ê Temûzê û şûnde li tevahiya benzînxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê lîtreyeke benzînê 96 quruş bê erzankirin. Ev di demekê de ye ji ber daketina nirxê petrola xav li bazarên cîhanê 14ê Temûzê jî nirxê benzînê lîreyek û 55 quruş hatibû erzan kirin.

Ji destpêka îsal ve li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê petrolê zêdeyî ji sedî 300 hatiye bihakirin. Ev di demekê de ye beşek ji partiyên opozîsyona Tirkiyê dibêjin zêdebûna nirxê berhemên petrolê li wî welatî bi zêdebûn an jî daketina nirxê petrola xav ve ne girêdayî ye, lewra rêjeya bihabûna petrolê li Tirkiyê li gor welatên Ewropa û cîhanê li Tirkiyê gelekî zêdetir e.

Bi daxistina nû lîtreyeke benzînê li Stenbolê ji 23.66 lîreyên Tirkî dibe 22.70 lîre. Li Enqere û Îzmîrê jî ji 23.79 lîreyan dibe 22.832 lîreyên Tirkî. Nirxê lîtreyeke mazotê jî niha li Stenbolê bi 25.37 lîreyên Tirkî, li Enqerê bi 25.48 û li Îzmîrê jî bi 25.50 lîreyên Tirkî ye. Nirxê yek bermîla xav di meha borî de gihiştibû zêdeyî 120 dolaran. Niha nirxê wê derdora 101 dolarên Amerîkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst