Dolarê Amerîkî 19,8 lîreyên Tirkî derbas kir

16-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê li pey hev lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide. Yek dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî rekoreke nû şikand û gihişte 19,88 lîreyan û yek Euro jî bi 21,75 lîreyan kirîn û firotin pê tê kirin.

Îro Sêşemê 16ê Gulana 2023an, li bazarên Tirkiyê nirxê yek dolarê Amerîkî 19,8 lîreyên Tirkî derbas kir û rekoreke nû şikand.

Ew dû sal e lîreyê Tirkî bê navber li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide. Herwiha yek Euro jî 21.7 lîreyên Tirkî derbas kir.

Rojane lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest dide û ev jî bandorê li giranbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê dike û hêza kirînê ya welatiyan kêm dike.

Doh 15ê Gulanê yek dolarê Amerîkî bi 19,65 lîreyên Tirkî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst