Tê texmînkirin li Rojavayê Kurdistanê berhema genimê îsal nêzî 1 milyon ton be

16-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê berhema genimê îsal ji salên borî baştir e
Li Rojavayê Kurdistanê berhema genimê îsal ji salên borî baştir e
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Genim Berhem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berhema genimê îsal, li gorî salên borî baştir e. Tê texmînkirin qebareya berhema genimê îsal nêzî 1 milyon ton be.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêvebeirya Xweser qebareya berhema genim hatiye texmînkirin, herwiha nirx jî hatiye diyarkirin, bi awayekî ku qebareya genimê îsal 2023 ji ya genimê par  2022) bêhtir e, herwiha nirxê kirîna genim ji cotkaran, li cem Rêvebeirya Xweser ji nirxê diyarkirî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, bêhtir û bisûdtir e.

Daxuyaniyên berpirsên Desteya Aboriyê û Desteya Çandiniyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar dikin ku li wan navçeyan, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, qebareya berhema genimê îsal, li gorî salên borî baş e.

Cotkarek ji gundewarê Tirbe Spiyê Hecî Ibrahîm Şeref dibêje: “Mûsimê îsal berî Adar û Nîsanê xirab bû, lê di Adar û Nîsanê de, Xwedayê mezin baran da û û baraneke xweş hat, dexlê me pê çê bû. Xwedê rehma xwe vala kir, heta hêla 10an jî, û Dêrikê û gundên ber hêlê, mûsimê wan gelekî baş e, mûsimê avî jî her bidawî nabe,  yê Başûrê Red jî nîv bi nîv e, ango hinekî baş e.”

Li gorî heman zanyariyan, tê texmînkirin qebareya berhema genimê îsal nêzî 1 milyon tonî be.  Sala par a 2022yan, berhem tenê 200 hezar ton genim bû. Pêwîstiya salane ya wan navçeyan bi 600 hezar ton genim heye. Wate sala par, 400 hezar ton genim kurthênan hebû. Îsal jî, 400 hezar ton genim bêhtir ji qebareya pêwîst heye.

Endazyarê Çandiniyê li Qamişlo Ehmed Bettal jî got: “Îsal, bi gelekî ji sala par û pêrar çêtir e. Par mûsim gelekî lawaz bû û pêrar jî mûsim tunebû û şewat pir bû û ziyan gelek gihişte xelkê. Îsal bi saya Xwedê, berhema me dê bêhtir ji yek milyon ton e, dê têra nan û ard û têra tov jî bike. Ev ji aliyekî ve, ji aliyê din ve, nirxê genim Rêveberiya Xweser bi 43 sentan diyar kiriye, ev nirx jî tê pejirandin, lê em bi hêvî bûn bêhtir bida ji ber ku cotkar sûda gelek nabîne, bi taybetî yê avî, têçûya wî gelekî pir e, li ser wan gelek dike û sûda wê jî dê kêm be.”

Di demekê de ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 9 hezar û 200 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî, nirxê 1 kîlograma genim ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bi 43 sentan hatiye destnîşankirin, ku dike 3 hezar û 956 lîreyên Sûrî. 1 kîlograma ceh jî, bi 35 sentan hatiye destnîşankirin, ku dike 3 hezar û 220 lîreyên Sûrî.

Ev yek jî, ji nirxê diyarkirî li cem hikûmeta Sûriyê bilindtir e, ku wê jî nirxê kirîna 1 kîlogram genim ji cotkar, bi 2 hezar û 300 lîreyan û 1 kîlogram ceh jî bi 2 hezar lîreyan destnîşan kiriye, bi cudabûn û kêmbûna 1 hezar û 656 lîreyan ji nirxê diyarkirî yê Rêveberiya Xweser di genim de û 1 hezar û 220 lîreyan di ceh de, ji serê her 1 kîlogramê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst