Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê gihişt 12 hezar û 928 lîreyan

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sînorê Birçîbûnê BÎSAM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê (BÎSAM) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Çiriya Pêşînê vir ve sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihiştiye 12 hezar û 928 lîreyên Tirkî.

Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê ku her meh amarên li ser sînorê birçîbûn û hejariya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê belav dike, îro rapora xwe ya Çiriya Pêşînê belav kir.

Sînorê birçîbûnê gihiştiye 12 hezar û 928  lîreyên Tirkî

Li gorî BÎSAMê, sînorê birçîbûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihiştiye 12 hezar û 928  lîreyên Tirkî ku dike derdora 453 dolaran.

Sînorê hejariyê jî bûye 44 û 718 lîre ku ew jî dike nêzîkî hezar û 570 dolarî.

Mûçeyê kêmane yê karkerekî jî 8 hezar û 506 lîreyên Tirkî ye ku ew jî tenê dike 360 dolarên Amerîkî.

Xerciya rojane ya yek kesî 430 lîre ye

Li gorî amarên BÎSAMê, xerciya rojane ya xoraka tendurist ji bo kesekî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 430 lîreyên Tirkî ye, wate 15 dolarên Amerîkî ye.

Wekî mînak kesek heta êvarê di zeviyên çandiniyê de bixebite heman pereyî dîstîne, wate ew karker bi nanozik dixebite.

Li gorî raporê, her kesekî bi regezê nêr ku temenê wî di ser 20 salî re be ji bo ku bi awayekî tendurist jiyana xwe berdewam bike, divê mehane 3 hezar û 538 lîreyên Tirkî tenê ji bo xorakê xerc bike.

Ev hejmar ji bo keseke ji regezê mê jî 3 hezar û  387 lîreyên Tirkî ye.

Xerciya xorakê ya ciwanekî di navbera 15 heta 18 salî de jî 3 hezar û 639 lîreyên Tirkî ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku bi awayekî tendurist bijî, xerciya mehane ya xorakê ji bo zarokekî di navbera 4 û 6 salî de jî 2 hezar û 365 lîreyên Tirkî ye.

Li gorî heman sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî di Îlona îsal de 12 hezar û 612 lîreyên Tirkî bû û sînorê hejariyê jî 43 hezar û 623 lîreyên Tirkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst