Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Lêkolîna Razîbûna ji Jiyanê ya Saziya Amaran a Tirkiyeyê di sala 2024an de pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê aborî ye û piştî wê jî perwerde û hejarî tên.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) encamên Lêkolîna Razîbûna ji Jiyanê ya 2024an eşkere kirin.
Li gorî lêkolînê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî girîng a welatiyan bi rêjeya ji sedî 29,2 debara jiyanê ye û piştî wê jî bi rêjeya ji sedî 15,7 pirsgirêka perwerdeyê tê.
Her wiha ji sedî 14ê welatiyan jî gotiye pirsgirêka herî girîng hejarî ye.
Li aliyê din, di sala 2024an de li gorî sala 2023yan rêjeya welatiyên “Bextewer” 3,1 puan daketiye û ji sedî 52,7an bûye ji sedî 49,6.
Herî zêde ji grûpa kesên temenê wan di navbera 45 û 54 salî de bextiyarî kêm bûye.
Ji sedî 14,5ê welatiyan jî ji jiyanê ne razî ne û ne bextiyar in.
Her wiha çavkaniya bextiyariya ji sedî 72,9ê welatiyan jî malbat e.
Di lêkolînê de rêjeya kesên ji siberojê bi hêvî jî wekî ji sedî 64,3 hatiye tomarkirin.
TUIKê ragihand ku jin li gorî mêran bextewertir in û rêjeya jinên bextewer ji sedî 52,3 ye û rêjeya mêrên bextewer ji sedî 46,9 e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse