Rêveberiya Xweser: Em dê pirsgirêka kêmbûna Şekir çareser bikin

15-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Rêveberiya Xweser: Emê pirsgirêka kêmbûna Şekir çareser bikin
Rêveberiya Xweser: Emê pirsgirêka kêmbûna Şekir çareser bikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şekir Krîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çend rojên borî de, şekirê sipî li bazaran kêm bûbû û hinek bazirganan monopolî tê de dikir.

Berpisekî Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, monopolî di şekirê sipî de dihate kirin, lewma wan biryara  hejmar (3) ji bo rêgiriyê li ber vê yekê bikin û nehêlin bazirgan û firoşyar destkariyê di nirxê

Berpirs di Desteya Abûriyê ya Rêveberiya Xweser de dibêje: “Eger me proseyeke monopoliyê girt, em dê dest deynin ser madeyê û bi sê qatan em dê xwediyê yê xeramet bikin, û heta sê mehan jî em dê jê re qedexe bikin ku bazirganiyê bi şekir bike. Eger dûbare dike, heman siza dibe, li li şûna qedexekirina wî ji karkirina bazirganiyê bi şekir, em ê rêpêdana bazirganîkirina bi şekir jê bisitînin, heta du salan û em rê adinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bazirganiyê bike, heta du salan. Helbet ev yek jî rêgir û bisûd bû li bazarê."

Di demekê de ye ku 1 dolarê Amerîkî bi 9 hezar û 200 lîreyên Sûrî ye.

Berpirsên Desteya Aboriyê dibêjin, têçûya 1 tona şekirê sipî li ser Kompanyaya Newroz a ser bi Rêveberiya Xweser, digihêje derdora 850 dolarî, ew jî xerciya veguhestin, barkirin û daxistinê ye, herwiha sûdê lê zêde dikin, êdî nirxê 10 kîlogram şekir, digihêje bi derdora 80 hezar lîreyên Sûrî, ango derdora 8.5 dolarî, li gorî bihayê dolar.

Her 1 kîlograma şekir jî, bi derdora 85 sentan tê firotin.

Berpirs di Desteya Abûriyê ya Rêveberiya Xweser de herwiha got: “Sûda şekir jî, li perawîza fatûreya Kompanyaya Newroz, 250 lîre be ji bo bazirganê bi ko,û  500 lîre ji bo bazirganê bi tak. Aniha kar bi vê biryarê tê kirin, û encamên wê yên erênî jî hene, bi rêya kontrolkirina bazaran, lê dibe ku qerbareyên dihatin bazaran têrê nedikir, lewma me girêbest ligel hin aliyên din girêda, ji bo hawirdekirina şekir."

Berpirsên Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser tekez dikin ku, gerên çavdêriyê li bazaran berdewam in.

Her bi gotina wan jî, rewş baştir bûye û piştî grtina Deriyê Pêşabûr - Sêmalka, deriyê Um Cidûd ê ser bi navçeya Minbic vekirî ye, ji bo hawirdekirina şekir.

Tekez jî dikin ku aniha jî şekir li bazaran bi bê kêşe û pirsgirêk peyda dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst