Fitch Ratings pileya Tirkiyê daxist dolar bilind bû

14-07-2018
RÛDAW
Nîşan Fitch Ratings Tirkiye Dolar Kredî Pile
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Saziya rêzbendîkirina krediyan a navdewletî Fitch Ratings, asta krediya Tirkiyê pileyekê daxist û bi vê yekê re nirxê her lîreyekî Tirkî ya li hemberî dolar gihîşte 4.87 qurûşan.

 

Ji ber necîgirbûna aboriya Tirkiyê û aloziyên ku li wê qadê çêdibin, saziya rêzbendîkirina krediyan a navdewletî Fitch Ratingsê, asta krediya Tirkiyê pileyekê daxist û bi vê yekê re jî lîreyê Tirkiyê nirxê xwe yê heyî jî jidest da û li beramberî dolarê Amerîkî gihîşte 4.87 qurûşan.

 

Her wiha nirxê lîreyê Tirkî ya li hemberî dirava Euroyê jî gihîşte 5.69 qurûşan. Piştî wê biryarê jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dikarin bi parastina tewazûna aborî ya Makro û Mîkro aboriya xwe serbixin û daxwaz ji xelkê û bazirganan jî kir ku bi diravê niştimanî bazirganiyê bikin û ev yek jî weke tedbîrekê da zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst