Li Stenbolê bihayê avê ji sedî 13 hat bilindkirin

14-06-2023
Ferdî Sak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bihayê avê ji sedî 13 hat bilindkirin. Biryar dê ji 1ê Temûzê û şûnde were cîbicîkirin.

Roja Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Saraçhaneyê civîna Hezîranê ya Encûmena Giştî ya Saziya Avê û Binesaziya Stenbolê (ÎSKÎ) hat sazkirin.

Di civînê de pêşniyara zêdekirina bihayê avê hat rojevê û ew pêşniyar bi piraniya dengan hat pesendkirin. Li gor biryarê, bihayê avê li Stenbolê ji 1ê Temûza 2023 û şûnde ji sedî 13 tê bilindkirin.

Li Stenbolê her metresêccayek avê bo aboneyên malan ji 1ê Çileya 2023 heta niha 14 lîre û 61 quruş bû, lê piştî vê biryarê her metresêcayek av dibe 16 lîre û 50 quruş ku dike derdora 70 centan.

Encûmena Giştî ya Saziya Avê û Binesaziya Stenbolê (ÎSKÎ) di civînê de daxwaz kiribû ku bihayê avê derdora ji 15 heta ji sedî 54 bê zêdekirin, lê Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û saziya navborî li ser rêjeya ji sedî 13 gihiştin rêkeftinê.

Stenbol bajarê herî mezin û qerebalix ê Tirkiyê ye. Li gor amarên sala 2022ê hejmara nişteciyên Stenbolê 15 milyon û 907 hezar û 951 kes bûye.

Li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Stenbol yekem bajar e ku herî zêde Kurd lê dijîn û tê texmînkirin 4 milyon niştecihiyên wê Kurd bin. Li gor amaran di havînan de rojane pêwîstiya Stenbolê bi zêdeyî 3 milyon metresêca av heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst