Neçîrvan Barzanî: Girîng e ku hinartina petrolê demildest dest pê bike

13-11-2023
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî Petrola Kurdistanê Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî û şandeya pê re civiya.

Du alîkarên Wezîrê Petrolê yê Îraqê û Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê “rêkarên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê” hatin gûftûgokirin.

Herwiha gûftûgoyên aliyên pêwendîdar ên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li ser petrolê jî hatine nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku ew piştigiriyê dide hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê.

“Ziyaneke mezin digihîne dahata tevê Îraqê”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Rawestandina petrola Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin digihîne dahata tevê Îraqê.

Ji ber vê yekê jî girîng e ku petrola Herêma Kurdistanê di dema herî zû de dubare were veguhastin.”

Li aliyê din, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî da zanîn ku “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî cidî dixwaze pirsgirêka hinartina petrolê were çareserkirin.”

Heyan Ebdulxenî herwiha di civînê de behsa armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê jî kir.

Çi bûbû?

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Ev 234 roj in ku petrola Kurdistanê nayê veguhastin û zerera wê ya li ser dahata Îraqê herî kêm 7 milyar dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst