Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lîtreya mazotê 40 lîre derbas kir

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mazot Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro bihayê mazotê 2,03 lîreyan zêde bû.

Piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî bêqîmet bû her ku diçe mazot û benzîn jî bihatir dibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê 21ê Tîrmehê 1,55 lîre, 28ê Tîrmehê 1,45 lîre, 1ê Tebaxê 1,07 lîre, 11ê Tebaxê 1,80 lîreyî û 22yê Tebaxê jî bi qasî lîreyekî hatibû zêdekirin.

Îro dîsa bihayê mazotê 2,03 lîreyan zêde bû.

Bi bihayê nû, lîtreya mazotê li Stenbolê digihe 40,03 lîre, li Enqereyê 40,57 lîre û li Îzmirê jî digihe 40,75 lîreyan.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyeke mazotê 40 lîreyî derbas dike.

Berî hillbijartinên 14ê Gulana 2023yan yên parlamento û serokkomariyê lîtreya mazotê bi 18,58 lîreyan bû.

Piştî hilbijartinan û heta niha bihayê mazotê zêdeyî ji sedî 100 hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst