Parlamentoyê pesend kir: Mûçeyê xanenişînan %25 tê zêdekirin

13-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Tirkiye Mûçeyê Xanenişînan Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tiriyê biryar da mûçeyê xanenişînan %25 bê zêdekirin, lê opozisyonê dixwest mûçeyê xanenişînan bi rêjeya %34 bê zêdekirin. Li Tirkiyê ligel bilindbûna enflasyonê, daxwaza zêdekirina mûçeyê fermanber û xanenişînan jî tê kirin.

Di civîna parlamentoyê ya roja Çarşemê 12ê Temuzê 2023an de zêdekirina mûçeyê xanenişînan bi rêjeya %25 hat qebûlkirin.

Ev di demekê de ye, aliyên opozisyonê daxwaz dikirin ku mûçeyê xanenişînan bi rêjeya %34 were zêdekirin. Lê AK Partî û MHPê bi alîkariya dengên hevpeymanên xwe karîn dengên pêwîst kom bikin biryar li parlamentoyê hat pesendkirin.

Opozisyonê daxwaz dikir, kêmtirîn mûçeyê xanenişînan di asta mûçeyê kêmane de be. Li ser wî bingehî opozisyonê pêşniyarnameyek pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir ku tê de dihat gotin; “Ew zêdebûna di mûçeyê xanenişînan de hatiye kirin bi nêrîna me ne li gor pêdiviyan e. Pêşniyara me ew e mûçeyê xanenişînan %34 were zêdekirin. Herwiha kêmtirîn mûçeyê mehane yê xanenişînan bibe biqasî mûçeyê kêmane û bê zêdekirin.”

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji 1ê Temuzê û pê de mûçeyê kêmane li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bo 11 hezar û 402 lîre hat zêdekirin, ku dike 430 dolar.

Berê jî mûçeyê kêmane salê carekê dihat nûkirin, lê ji ber daketina lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî niha şeş mehan carekê tê nûkirin.

Mûçeyê kêmane di şeş mehên destpêkê yên 2023an de 8 hezar û 500 lîre bû. Erdogan wê demê got: “Ger em rûbirûyê rewşeke ku em ne li bendê bûn, wek par, em texsîr nakin û em dê ji nû ve mûçeyê kêmane sererast bikin.”

Dema AK Partî di sala 2002an de hat ser deshilatê, mûçeyê kêmane li Tirkiyê 184 lîre bû, lê ji ber bilindbûna enflasyonê di çend salên derbasbûyî de, hikûmet neçar bû mûçeyê kêmane zêde bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst