IMF pêşbîniya enflasyona Tirkiyê bilind kir

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan IMF Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Pereyan ya Navdewletî (IMF) pêşbîniya enflasyona li Tirkiyê ya dawiya sala 2022ê ji %60.5an bo ji %73.1ê bilind kir. Herwiha pêşbîniya mezinbûna aboriya Tirkiyê jî ji %4 bo ji %5 bilind kir.

IMFê rapora xwe ya payîzê “Rapora Rewşa Aboriya Global” ku derbarê rewşa aboriya welatan de tê amadekirin, eşkere kir. Li gor raporê, tê pêşbînîkirin li Tirkiyê dawiya sala 2022ê rêjeya enflasyonê bigihêje ji %73.1. IMF, di meha Temûzê pêşbîniya rêjeya enflasyona dawiya sale wek ji %60.5 eşkere kiribû.

Herwiha IMFê pêşbîniya mezinbûna aboriya Tirkiyê jî ya dawiya sala 2022ê ji %4 bo ji %5 bilind kir. Bo sala 2023ê jî pêşbîniya mezinbûna aboriyê ji %3.5 bo ji %3 kêm kir.

IMFê pêşbîniyên amarên bêkariyê jî bi awayekî erênî nû kirin. Li gor rapora IMFê tê pêşbînîkirin rêjeya bêkariyê li Tirkiyê dawiya sala 2022ê ji %10.8 be. Rêjeya pêştir ku IMFê eşkere kiribû ji %11.3 bû. Pêşbîniya rêjeya bêkariyê ya sala 2023ê jî ji %10.6 bo ji %10.5 hat kêmkirin.

Di raporê de hat eşkerekirin, ku ji ber bandora enflasyona bilind a ku di asta herî bilind de ye, şerê Ukraynayê û sistbûna aboriya Çînê rewşa giştî ya aboriya gerdûnî xirab e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst