Pîşesaziya Urmiyê: %35ê zêrê Îranê li parêzgeha Urmiyê tê berhemanîn

12-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Pîşesazî û Kanên Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku nêzîkî %35ê zêrê Îranê li vê parêzgehê tê berhemanîn û beşa herî zêde jî li Kana Zêr a Zereşoran a bajarê Tîkab tê berhemanîn.

Rêveberê Pîşesazî û Kanên Parêzgeha Urmiyê Ebdulhemîd Sertîpî da zanîn ku %0.5ê zêrê cîhanê li parêzgeha Urmiyê ye û ji ber vê yekê jî ew parêzgeh wek parêzgeha zêrîn a Îranê tê binavkirin.

Sertîpî dibêje, li gor texmînan 200 milyon ton kevirên kanzayî yên zêr hene û eger giringî bi projeyên pêşxistinê bê dayîn, parêzgeha Urmiyê dikare bibe berhemhênerê serekî yê zêr, zîv û cîwayê.

Li gor raporta Rêveberiya Pîşesazî û Kanên Parêzgeha Urmiyê, li wê parêzgehê 518 kanên ku mohlet wergirtine hene ku salane zêdeyî 18 milyon û 294 hezar ton madeyên kanzayî li wan tê berhemanîn û 5 hezar û 250 kes jî li wan kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst