TUIK: Li Tirkiyê 3 milyon û 328 hezar kes bêkar in

10-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihandiye ku di Gulana 2023an de li seranserê Tirkiyê hejmara bêkaran li gor meha Nîsanê 193 hezar kêm bûye.

TUIKê îro 10ê Temûza 2023an amarên bêkariyê yên Gulana îsal eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê di meha Gulanê de rêjeya bêkariyê %0.5 kêm bûye û daketiye asta 9.5 wate li gor meha Nîsana îsal 193 hezar kes kêm bûye û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 328 hezar kes.

Li gor encamên Lêkolîna Hêza Kar a Endamên Malbatê, di Gulana 2023an de tê texmînkirin ku di nav kesên 15 sal û temen jortir de rêjeya mêrên bêkar ji sedî 7.7 û rêjeya jinên bêkar jî ji sedî 13 ye.

TUIKê ji bo meha Nîsanê ragihandibû ku hejmara bêkaran 74 hezar zêde bûye û gehiştiye 3 milyon û 585 hezar kesan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst