Tirkiye berhemên ceza li ser hene hinardeyî Rûsyayê dike

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Tirkiye Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aborî ya Leibnizê ya Zanîngeha Munihê ya Almanyayê, ji sedî 13ê berhemên ku Yekîtiya Ewropayê ceza bi ser wan de sepandine ji Tirkiyeyê diçin Rûsyayê.

Enstîtuya Lêkolînên Aborî ya Leibnizê ya Zanîngeha Munihê li ser daxwaza Wezareta Aborî ya Almanyayê derbarê berhemên ceza li ser hene û hinardeyî Rûsyayê tên kirin raporek amade kir.

Di raporê de rola welatan a binpêkirina cezayên li ser Rûsyayê hatiye nirxandin.

Li gorî raporê, gelek berhem û kelûpelên ku Yekîtiya Ewropayê hinardekirina wan a Rûsyayê qedexe kiriye, ji welatên sêyem ên wekî Tirkiyeyê hinardeyî Rûsyayê tên kirin.

Tirkiye di firotina berhemên qedexekirî de piştî Çînê di rêza duyem de ye.

Çîn ji sedî 61ê berhemên ceza li ser hene hinardeyî Rûsyayê dike û Tirkiye jî ji sedî 13ê wan hinarde dike.

Berî şerê Ukraynayê rêjeya hinardekirina Tirkiyeyê ya berhemên ceza li ser hene ji sedî 3 bû.

Herwiha hinardeya Ermenistanê ya berhemên ceza li ser hene ji sedî 1 e û li gorî berî şerê Ukraynayê hinardeya Ermenistanê ya ji bo Rûsyayê ji sedî 100 zêde bûye.

Cîgirê Enstîtuya Lêkolînên Aborî ya Leibnizê Feodora Teti jî got:

“Zêdebûna hinardeya Çînê ya bi Rûsyayê re dibe ku ji ber bihêzbûna berhemanîna navxweyî be.

Lê bi carekê re zêdebûna hinardeya Tirkiye û Ermenistanê, gumana ku ceza tên binpêkirin zêde dike.”

Li gorî rapora Muşawîrtiya Bazirganî ya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Moskowê ya 2023yan, hinardeya Tirkiyeyê sala 2022yan li gorî sala 2021ê ji sedî 61,8 zêde bûye ji 5,8 milyar dolaran gehiştiye 9,3 milyar dolaran.

Li aliyê din, hinardeya welatên Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Rûsyayê piştî şerê Ukraynayê ji sedî 37 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst