Li Dêrezorê yekem kargeha zeyta zeytûnan hat vekirin

09-12-2023
RÛDAW
Li Dêrezorê yekem kargeha zeyta zeytûnan hat vekirin
Li Dêrezorê yekem kargeha zeyta zeytûnan hat vekirin
Nîşan Dêrezor Zeyta Zeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrezprê yekem kargeha zeyîta zeyîtûnan hat vekirin. Berî ku were vekirin cotkarên wê herêmê rastî gelek zehmetiyan dihatin.

Li bajarokê Şimêtiyeyê yekem guvaşteka zeyta zeytûnan hat vekirin.

Bi gotina Şaredarê Şimêtiyeyê destbikarbûna wê guvaştekê gelekî pirisgirêkên cotkarên darzeytûnan li parêzgeha Dêrezorê çareser kirine.

Şaredarê Şimêriye Ehmed Selame Nasir got:

“Guvaşteka Şimêtiyeyê yekem guvaştek e li parêzgeha Dêrezorê ku pêdiviyên xelkê dabîn dike. Ji ber rêjeya çandiniya darzeytûnan baş bûye. Berê xelk neçar dibûn zeytûnên xwe li Reqayê biguvêjin.”

Bi gotina cotkarên navçeyê, vekirina wê guvaştekê piştîvaniya wan di warê çandiniya zêdetir a darzeytûnan de dike.

Xwediyê guvaşteka Şimêtiyeyê Hatim Feyyad jî got: “Guvaşteka Şimêtiyeyê dê karî zeyta zeytûnan a xwecihî li bazara Dêrezorê dabîn bike.

Guvaşteka Şimêtiyeyê xerciyên guvaştinê kêm kirine, herwiha zeyta zeytûnan a xwecihî kalîteya wê baş e.”

Cotkarên Şimêtiyeyl û navçeyên rojavayê parêzgeha Dêrezorê bi vekirina wê guvaştekê zêde dilxweş in.

Cotkar Mihemd Salih jî got, “Niha projeyl xerciyên cotkar kêm kirine. Tenê 5 kîlometre ji navenda Şimêtiyeyê dûr e.

Cotkar dikarin berhema mezin bi otomobîlan û berhema biçûk bi motoran veguhêzin. Guvaştekê gelek asankarî di warên darayî de ji bo me kirine.”

Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Dêrezorê ya hikûmeta Sûriyeyê, niha li parêzgehê 136 hezar darên zeytûnan li ser rûberê 154 hektar zevî hatine çandin.

Berhema zeytûnan a îsal jî nêzêkî 19 tonan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst