Li Mûşê cotkar hewl didin berî barîna berfê genimê xwe biçînin

09-11-2022
RÛDAW
Cotkarên Mûşê bi makîneyên pêşketî li ser zeviyan dest bi çandina genim kirine
Cotkarên Mûşê bi makîneyên pêşketî li ser zeviyan dest bi çandina genim kirine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê çandiniya genim li qadeke 30 hezar donimî bi makîneyên pêşketî berdewam dike. Cotkar hewl didin berî barîna berfê genimê xwe biçînin.

Cotkarên Mûşê bi makîneyên pêşketî li ser zeviyan dest bi çandina genim kirine. Lê genimê ku ew diçînin  tenê genimê tov e. Di demekê de li Bakurê Kurdistanê demsal ber bi zivistanê ve diçe cotkar lezê dikin di zûtirîn dem de berhemê xwe biçînin daku befir û barana salê  bêhtir sûdê bigihîne berhemê wan.

Rêveberê Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslan li Mûşê Teyfîk Fîkret Kose dibêje: “Tovê ku li vir tê hilberîn, di labaratuwarên kargeha me de, tên sertîfîkakirin û bo xizmeta  cotkaran tê pêşkêşkirin.  Niha demsal ji bo çandinê guncav e, lê ji ber nêzîkbûna baranan û berfê, em hewl didin bilez çandina xwe temam bikin."

Rûberê Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslan 65 hezar donim e. Dê îsal ji bo demsala bê ya çandiniyê li ser 30 hezar donimên wê tovê genim bê çandin. Tovê ku ji vê derê bê  berhemanîn jî dê bo cotkarên navçeyê û parêzgehên derdorê bê firotin.

Cotkar Tamer Golbaşi dibêje: “Me dest bi çandina genimê payîzê kiriye. Xebatên me yên li ser erdê beyar berdewam in, piştî cotkirinê em yek ser dest bi çandinê dikin.”

Berpirsên vê kargehê didin zanîn tovê genimê ku ew berhem tînin, ji tovê asayî berhemdartir e û rêjeya berhemanînê ji sedî 25 zêde dike. Bi gotina wan ji yek donim zeviya ku ev tov lê hatiye çandin derdora 500 kîlogram genim tê hilberîn. Herwiha dibêjin eger avdana wî zêdetir bikin eger heye heta 650 kîlogram genim jî ji yek donim zevî  bê hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst