Daketina nirxê lîreyê Tirkî berdewam e

09-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî berdewam e û vê sibê bi vebûna borseyan dolarekî Amerîkî 17.20 û her euroyek jî 18.59 lîreyên Tirkî derbas kir. 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê ragihand ku ew rêjeya faîzê bilind nakin û berovajiya wê dê li ser daxistina rêjeya faîzê berdewam bin ku bi gotina pisporên aborî sedema sereke ya daketina nirxê lîreyê Tirkî ye li beramber dolar û diravên biyanî.

Îro 9ê Hezîrana 2022ê li bazarê dolarekî Amerîkî bi vebûna borseyan gihişt 17.20 lîre û euroyek jî gehişte 18.59 lîreyên Tirkî.

Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke jî di nav bazaran de  bilind dibe û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

Di encama polîtîkayên aborî yên hikûmeta Tirkiyê de ji dawiya meha Nîsana îsal ve, lîreyê tirkî li hember dolar û diravên biyanî ji sedî 13,6 û ji destpêka îsal ve jî zêdeyî ji sedî 23.3 nirxê xwe ji dest daye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst