Li Tirkiyê careke din nirxê benzîn û motorînê giran bû

09-05-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê benzînê 43 quruş û nirxê motorînê jî 66 quruş giran bû.

Ji ber guhertina nirxê petrola Brent û daketina lîreyê Tirkiyê li beramber diravên biyanî rojane nirxê pêdiviyên bingehîn li Tirkiyê bilind dibe.

Li gor medya Tikriyê, şevê din ji nîvê şevê û pê de, nirxê benzînê 43 quruş û yê motorînê jî 66 quruş giran bûye.

Li gor giranbûna di benzîn û motorînê de ku 9ê Gulanê çêbûye; li Stenbolê lîtreya motorînê bi 18,63 lîre û lîtreya benzînê jî bi 19,18 lîreyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst