Li Tirkiyê nirxê benzîn û gaza otomobîlan hat zêdekirin

04-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di demekê de ku nirxê petrolê zêde bûye û nirxê lîreyê Tirkî jî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî yên din daketiye, nirxê benzîn û gaza otomobîlan hat zêdekirin.

Li gor agahiyan, îro 4ê Mijdara 2022ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê yek lître benzîn bi qasî 1 lîre û 31 qurûşan û nirxê yek lître gaza otomobîlan jî 49 qurûşan hat zêdekirin.

Piştî vê zêdebûnê, li Stenbol nirxê lîtreyek benzîn bi bihayê 22 lîre û 68 qurûşan, li Enqerê bi bihayê 22 lîre û 85 qurûşan û li Îzmîrê jî bi 22 lîre û 84 qurûşan tê firotin.

Herwiha nirxê gaza otomobîlan jî li Stenbolê derketiye 10 lîre û 80 qurûşan û li Enqerê bi 10 lîre û 79 qurûşan û li Îzmîrê jî bi 10 lîre û 54 qurûşan tê firotin.

Ev yek di demekê de ye ku niha nirxê yek dolarê Amerîkî bi 18 lîre û 62 qurûşan tê firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst