Li Tirkiyê nirxê benzîn û motorînî dîsan zêde dibe

04-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdebûna nirxê petrolê û daketina lîreyê Tirkî li beramberî diravê biyanî, Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê sutemeniyê dîsan bilind kir.

Li gorî agahiyan dê îro 4ê Cotmehê ji nîvê şevê û şûnde nirxê benzînê 62 quruş û motorinî jî 1 lîre û 10 quruşan zêde dibe.

Herwiha dê nirxê otogazê jî 75 quruşan dakeve. Li Stenbol dê nirxê otogazê bibe 10 lîre û 20 quruş.

Li gorî vê yekê dê nirxên nû ji nîvê şevê û şûnde bi vî awayî bin:

Benzîn dê li Stenbol lîtreya wê bigihêje 19,86 lîreyî, li Enqerê 19,99 lîreyî, li Îzmîr 19,98 lîreyî

Motorînî lîtreya wê li Stenbol dibe 24,17 lîre, li Enqerê 24,28 lîre, li Îzmîr jî dibe 24,32 lîre

Berî salekê li Stenbolê lîtreyeke benzîn bi 7,76 lîreyî bû. Motorînî bi 7,27 lîreyî bû.

Di nava salekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê benzînê ji %156 û nirxê motorinî jî %233ê zêde bûye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst