Li Tirkiyê pirsgirêka kirêya xaniyan

04-03-2022
RÛDAW
Li Tirkiyê pirsgirêka kirêya xaniyan
Li Tirkiyê pirsgirêka kirêya xaniyan
Nîşan Tirkiye Pirsgirêka Kirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna li Tirkiyê êdî sînor derbas kirine û piraniya sektoran li xwe digire. Li bajarê Stenbolê weke nimûne, kirêya xaniyan 2 qatan zêde bûye û ev jî bûye cihê dilgiraniya kesên kirêdar.

Li navçeya Kadikoyê ya bajarê Stenbolê li beşek ji taxên wê, herî zêde pirsgirêka xwedî milk û kirêciyan heye.

Ofîsên kirîn û firotina xaniyan, kirêya nû ya xaniyan li ser camên ofîsên xwe nivîsîne. Bihayê kirêya wan li gor çend meh berî niha herî kêm du qat zêde bûne.

Parêzer Hanîfe Emîn Kara dibêje "Em gelek caran kar dikin bo çareserkirina wan pirsgirêkan ku çareserkirina wan bi zehmet bûnê. 12 mehên salê ji ber enfilasyonê pirsgirêka kirê zêdetir dibe. Niha kirê bi awayekî balkêş zêde bûye. Ev di demekê de ye yasaya deyn û milkdariyê jî rê bo vê yekê nade.”

Enfilasyonê rewşa welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zehmet kiriye.Xwediyên mulk daxwaza zêdekirina kirêya xaniyan  dikin, kirêcî neçar e zêde jê re zêde bike yan jî  xaniyê wî v  vala bike. Kirêya nû jî herî kêm du qat zêde dibe.

Erdem Yilmaz welatiyekî  30 salî ye. Li Kadikoy di xaniyekê de kirêcî bû, xwediyê xanî daxwaz jê kir ku kirê dû qat zêde bide, lê wî nikarî wî pereyî bide û ji ber vê yekê xanî vala kiriye.

Welatî Erdem Yilmaz got "Xwediyê xaniyê min kesekî dilreq û bê wijdan bû. Gef li min xwar. Ez jî mbavê keçeke temen du salî me û min bersiva wî neda. Ez neçar bûm xanî vala bikim. Min mehane hezar û 100 lêre kirê dida. Piştî min kirêya xanî bo 2 hezar û 600 lîre zêde kir. bi hezaran kesên wek min di vî bajarî de ji ber heman pirsgirêkê dinalînin. Her ji ber vê yekê jî bi hezaran pirsgirêk û bûyerên nexwestî çêdibin.”

Li gor Daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê enfilasyon di meha Sibatê de gihiştiye ji sedî 54.4 û  kirêya xaniyan jî li Stenbolê bi rêjeya ji sedî 85, li ser asta wî welatî jî ji sedî 69 zêde bûye.  Hikûmeta Tirkiyê di destpêka îsal de bi rêjeya ji sedî 30 heta  ji sedî 50 mûçe  zêdekirin, lê zêdebûna bihayê kirê dike nêzîka ji sedî 52ê mûçe. Vê yekê jî rewşa aborî ya welatiyan xirabtir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst