Partiyên Opozîsyona Tirkiyê: AKP di rêjeya enflasyon û zêdekirina mûçe de xelkê dixapîne

04-01-2023
RÛDAW
Hikûmeta Tirkiyê biryar daye mûçeyê herî kêm dibe 7 hezar û 600 lîre
Hikûmeta Tirkiyê biryar daye mûçeyê herî kêm dibe 7 hezar û 600 lîre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Opozîsyona Tirkiyê dibêjin ku desthilata AK Partiyê di rêjeya enflasyonê û zêdekirina mûçeyan de xelkê dixapîne.

Li gor biryara nû ya ku hikûmeta Tirkiyê daye, mûçeyê herî kêm yê xanenîşînan dibe 7 hezar û 600 lîre û mûçeyê karmendan jî dibe 11 hezar û 381 lîre.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Rêjeya enflasyonê hat eşkerekirin, wate divê em mûçeyên hatine diyarkirin jî eşkere bikin. Sala borî me li gor zêdebûna enflasyonê mûçe %87 zêde kiribûn. Herwiha me karmendên qada giştî ji gelek bacan rizgar kiribûn. Niha jî ez mîzgîniyê didim we ku ji 1ê Çile û pê ve mûçeyê karmend û xanenîşînan bi rêjeya %25 hatiye zêdekirin.”

Di bernameyeke taybet bi karmendên welatê xwe de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wek her car biryara ku dane wek mîzgîniyekê eşkere kir. Lê partiyên opozîsyona heman welatî wan mizgîniyên Erdogan wek xapandina xelkê bi nav dikin ku ji ber dema hilbijartinê nêzîk bûye.

Li gor vê biryara nû mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan dibe 7 hezar û 600 lîre ku dike nêzîka 406 dolar û mûçeyê karmendan jî dibe 11 hezar û 381 lîre ku dike 608 dolar.

Hevserokê HDPê Pervin Buldan jî got: “25ê Kanûnê mûçeyê kêmane %54 zêde kirin û piştî wê bi 6 rojan sersalê bihabûneke dîrokî kirin. 1ê Çile bac %122 hatin zêdekirin. Wate li beramber zêdebûna %54 mûçeyê kêmane, bi zêdekirina %122ê bacê ji berîka welatiyan careke din pereyên wan wergirtin. Rûyê rast ê sîstema kedxwariyê yê AKP û MHPê ev e. Divê gelên Tirkiyê vê yekê bibînîn.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî piştî daxûyaniya Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi vîdeoyekê gotinên Erdogan ên derbarê enflasyonê yên salên borî de weşand û got: “Ji dilê wan %25 hatiye. Ma qey hun sedeqê didin! Dema wê dê bê û TUIK dê berdêla vê yekê bi giranî bide. Hun hemû dê hesabê vê zêdekirina bi hetîketî bidin.”

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) di Kanûna 2022an de enflasyon bi rêjeya %1.18 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê jî %64.27 ku Mijdara 2022an ev rêje %84.39 bû. Herwiha Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %137.55 e û ya Kanûna 2022an jî bi rêjeya %5.18 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst