Reuters: Tê çaverêkirin lîreyê Tirkî nirxê xwe %12 ji dest bide

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lîreyê Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya ajansa nûçeyan a Reutersê, ku bi analîstên pereyan re hatiye kirin tê çaverêkirin di nav 6 mehan de lîreyê Tirkî nirxê xwe %12 ji dest bide.

Li gor medya Tirkiyê, Reutersê di navbera 28ê Sibatê û 3ê Adara 2023ê derbarê pereyên welatên geş dibin bi 150 pisporan re rapirsiyek kir.

Reutersê ragihand, ku sala par pereyê ku herî zêde nirxê xwe ji dest da lîreyê Tirkî bû û got “Tê çaverêkirin heta 6 mehan dolarek bibe 21.68 lîre.”

Ekonomîstê navdar ê Amerîkî Brendan McKenna derbarê rapirsiya Reutersê de got: “Ji ber neserbixweyiya banka navendî û tevgera dijî kevneşopiya siyaseta pereyan tê çaverêkirin di demên pêş de lîre berdewam nirxê xwe ji dest bide. Helbet eger di hilbijartina serokkomariyê ya Gulanê de rejîm neyê guhertin.”

Reuters, herwiha dibêje di meha Sibatê de herçiqas enflasyona mehanê dê kêm bibe jî, lê tê çaverêkirin enflasyona salane bo rêjeya %55.5 dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst