Dolar gihîşt nêzikî 36 lîreyan

03-02-2025
RÛDAW
Nîşan Dolarê Amerîkî Zêdebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt nêzikî 36 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 35,93 lîreyan. Euro jî bi 36,84 lîreyên Tirkî ye.

Roja înê dolarekî Amerîkî bi 35,84 û euro jî bi 36,75 lîreyan dihat firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê 23yê Çiriya Paşîn a 2025an rêjeya faîzê ji sedî 47,5an daxistibû ji sedî 45an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst