TUIK rêjeya nû ya enflasyonê aşkere kir

03-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Kanûna 2022an bi rêjeya %1.18 zêde bûye û salane jî gihiştiye %64.27an, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %137.55an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 3ê Çileya 2023an amarên enflasyona meha Kanûna 2022an eşkere kirin.

Li gor amaran, di Kanûna 2022an de enflasyon bi rêjeya %1.18 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê jî gihiştiye %64.27 ku Mijdara 2022an ev rêje %84.39 bû.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %137.55 e û ya Kanûna 2022an jî bi rêjeya %5.18 zêde bûye.

Rêjeya enflasyonê ya fermî ku hatiye ragihandin ya herî kêm a 9 mehên dawî ye.

Di meha Kanûnê de li gor heman meha sala par herî zêde bi rêjeya %79.83 xerciyên avahîsaziyê zêde bûne û herî kêm jî bi rêjeya %25.87 xerciyên cilûbergan zêde bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst