‘Li Deriyê Rûbarok-Zêtê xizmetguzarî û rê nînin’

02-11-2023
Nîşan Deriyê Rûbarok-Zêtê Xizmetguzarî HEDEP Colemêrg Onur Duşunmez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Colemêrgê Onur Duşunmez da zanîn ku “Li Deriyê Rûbarokê xizmetguzarî û rê nînin.”

Onur Duşunmez di civîna Lijneya Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de behsa nebûna xizmetguzariyê û pirsgirêkên Deriyê Sînorî yê Rûbarok-Zêtê kir.

Di civîna Lijneya Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, doh piştî ku rapora Wezareta Bazirganiyê hat xwendin, behsa destkeftên hikûmetê hat kirin.

Di civînê de Deriyê Rûbarok-Zêtê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de wekî mînak hat nîşandan.

Parlamenterê HEDEPê Onur Duşunmez axaftinek kir û rexne li Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê girtin.

“Heta niha rê nîne”

Duşunmez derbarê Deriyê Rûbarokê de got:

“Ez parlamenterê Hekariyê me, çûme û min dîtiye. Herwiha vekirina wî deriyê sînor, çar rojan berî hilbijartinê bû.

Heta niha rê nîne. Kar û xebat di konteyneran de tên kirin. Rê nadin otomobîlan. Derfeta bazirganiyê nayê dayîn. Di betlaneya hefteyê de derî tê girtin.”

“125 hezar û 598 esnafan top avêtiye”

Parlamenterê HEDEPê behsa rewşa esnaf-kasibkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û berdewam kir:

“Li gorî rapora kar û çalakiyên 2022yan a Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, 125 hezar û 598 esnafan top avêtiye.

Li gorî amarên heşt mehên ewil ên 2023yan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 71 hezar û 500 dikandar neçar bûne dikanên xwe bigirin.”

Parlamenterê HEDEP Onur Duşunmez herwiha berê axaftina xwe da Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyeyê Omer Bolat jî.

Duşunmez ji Omer Bolat xwest ku “dev ji belavkirina amarên nerast berdin” û karekî cidî bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Deriyê Sînorî yê Rûbarok-Zêtê ku dikeve sînorê Îdareya Soranê 10ê Gulana 2023yan bi merasîmekê hat vekirin.

Ew deriyê sînorî piştî hewldanên zêde yên xelkê û berpirsên Colemêrgê hat vekirin.

Ji ber ku rê û xizmetguzarî nînin ew deriyê sînorî heta niha jî zêde aktîv nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst