Ji ber Coronayê ji Stenbol vegeriya Agiriyê û dest bi çandiniyê kir

01-10-2022
RÛDAW
Li Agiriyê cotkarekî li 8 donimên erd sebze û fêkî çandine
Li Agiriyê cotkarekî li 8 donimên erd sebze û fêkî çandine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarekî xelkê gundê Mangasar ê ser bi parêzgeha Agirî ve li Bakurê Kurdistanê Erol Şahîn, bi salan li Stenbolê karê kirîn û firotina sebze û fêkî kiriye, piştî belavbûna nexweşiya corona  biryar daye vegere gundê xwe û li wir li ser rûberê 8 hezar metreyên çargoşe dest bi çandina sebze û fêkî bike.

Erol Şahîn ê bi salan di serî de li Stenbol salên dûr û dirêj li bajarên curbecur ên Tirkiyê karê sebze û fêkiyan dikir, ji ber coranayê vegeriya gundê xwe Mangasarê yê Agiriyê û dest bi çandina firingiyan kir.

Şahîn destpêkê li ser 8 hezar metreçargoşe erdê kirê kiriye û dest bi hilberîna berhemên sebze dike.   

Cotkar Erol Şahîn dibêje: “Ev sê sal in min destpê kiriye. Ji ber Coronayê ez hatim vê derê. Min dît ku xezûrê şirîkek min vî karî dike, min jî weke hobî li ser 8 donim destpê kir. Lê her ku çû min jê hez kir û karê xwe berfireh kir. Ez ji jiyana bajarê mezin aciz bûm, min xwest vegerim welatê xwe û hilberînê bikim.”

Piştî ku ji wî karî daheteke baş bidestdixe, 50 donim zeviyên din ên gundiyan kirê dike û li ser 40 donim bacanê sor diçîne. Erdê mayî jî dike xiyar û bîber. Ew bostan  bo gundiyan jî bûne deriyekê dahatê û niha  10 kes ji wan weke karker têde dixebitin. 

Rayedarên parêzgehê  dibêjin ew dê her cor piştevaniyê li projeyên bi vî rengî yên berhemanînê bikin. 

 Parêzgarê Agiriyê Osman Varol jî got: “Li hinek  dever û gundên me yên Agiriya me ji bo zêdekirina corên berhemên çandiniyê hinek xebat tên kirin, em jî hemû hewlekê ji bo piştevaniya van xebatan didin.”

Erol Şahîn berhemên xwe difiroşe bazarên Agirî û beşek parêzgehên derdorê. Sala derbasbûyî ji ber hişkesaliyê 90 ton bacanê sor berhemanîbûn, lê îsal bi hêviye ku 140 ton bacanê sor berhembîne. Herwiha plan jî dike ku sala bê li ser 200 donim erd berhemên sebze biçîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst