Serweta Donald Trump bo 2.1 milyar dolar kêm bûye

01-10-2020
RÛDAW
Nîşan Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîbeyta serokatiya Amerîka di navbera berbijêrê Komarîxwazan Donald Trump û berbijêrê Demokratxwazan Joe Biden de bû cihê behskirina bacên ku Trump nedane hikûmeta Amerîkayê.

Piştî Richard Nixon, her serokekî ku li Amerîkayê hatiye ser kar, rapora bacên xwe ji raya giştî re eşkere kiriye ji bilî Donald Trump. Serokê niha yê Amerîka ji sala 2016an bi şûn de, bi awayekî berdewam soz daye ku rapora bacên xwe belav bike, lê heya niha ev yek nekiriye.

Chris Wallace Pêşkêşkarê Dîbeyta Serokatiyê pirsî: “Serokê rêzdar, ez pirsekê ji te dikim, tu dikarî ji me re bêjî te di salên 2016 û 2017 de çiqas bac da hikûmeta federal?”

Berbijêrê Komarîxwazan Donald Trump di bersiva xwe de got: “Bi milyonan dolar. Ez rapora bacên xwe belav dikim û her kes dikare bibîne. Lê Chris rê bide ez tiştekî ji te re bêjim. Hemû van tiştan vedigerînin yasaya bacê. Ez naxwazim bacê bidim. Berî ez bême vir, ez veberhêner bûm. Wek her veberhênerekî ez yasaya bacê sererast dikim û hewl didim bacên kêmtir bidim. Her veberhênerekî vî karî neke kawik e. Ev yasa ye ku rê dide me em bi awayekî bi kar bînin ku bacên kêmtir bidin.”

Berî bibe serokê Amerîka, Donald Trump xwediyê Rêxistina Trump bû ku bi piranî di warê xanî û eqaran de hilberîn dikir. Li gor New York Times`ê, di hin salan de Trump wek takekes salane 750 dolar tenê wek bac dane hikûmetê.

Gengeşeyeke zêde li ser saman û serweta Donald Trump heye. Li gor kovara Forbesê, di dîroka Amerîkayê de, Trump serokê herî dewlemend ê wî welatî ye. Kovara Forbesê di heyva çaran de eşkere kir ku tevahiya serweta Donald Trump 2.1 milyar dolar e ku li gor texmînên wê kovarê di heyva berê de 1 milyar dolar kêm bûye.

Berî bibe serokê Amerîka, Trump di gotareke xwe de ragihand ku samanê wî 10 milyar dolar e. Eger ev rast be, Donald Trump piştî ku bû serokê Amerîka 8 milyar dolar ji serwet û samanên xwe ji dest daye.

Li hêleke din, serweta rikeberê Trump, Joe Biden ku wek nûnerê çîna navend a Amerîka tê dîtin, di sala 2009an de 30 hezar dolar tenê bû. Lê piştî ku bû endamê Kongresê û paşê wek cîgirê serokê Amerîka ji aliyê Barak Obama ve hat destnîşankirin, niha serweta wî gihiştiye 9 milyon dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst