Hewlêr (Rûdaw) - Danûstandinên Atana 7 bi dawî hatin û Wezîrê Derve yê Kazaxistanê dibêje, ku encamê danûstandinan baş bûn.
Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Kairat Abdrakhmanov di beyannameya dawiya danûstandinên Astana de daxwaz kir, ku hemû aliyên nakok, gavan bo dosya girtî û dîlan bihavêjin, daku bingeheke guncaw bo çareseriya aştiyane ya krîzê ava bikin.
Kairat Abdrakhmanov got, divê pêkanîna deverên hêmin, proseya jinavbirina DAIŞê û Cebhet El-Nusre werin bileztirkirin.
Abdrakhmanov herweha got jî, ku bijardeya serbazî pirsgirêkên Sûriyê çareser nake.
Staffan de Mistura beşdarî Astana 7 nebû
Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragihand, Nûnerê Taybetê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo Sûriyê Staffan de Mistura nikarîbû vê carê beşdarî hevdîtinên Astana 7 bibe û tekez kir, ji ber ku niha ew li Cinêvê amadekariyên hevdîtinên Cinêv 8 dike, ku biryar e di 28ê meha Mijradê de birêve biçe.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Kazaxistanê de hatiye ku nûnerê Staffan de Mistura di hevdîtinên Astana 7 beşdar bûy.
Astana 7 bi beşdarbûna nûnerên opozisyona çekdar û şanda hikûmeta Sûriyê bi çavdêriya welatên garantor destpê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse