Li pansiyona ku 72 kes lê diman şewat derket: 13 mirî

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qazaxistan Almati Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Almatiyê yê Qazaxistanê, di pansyoneke ku 72 kes lê dima de şewat derket, di encama şewatê de 13 kesan canê xwe ji dest da.

Beşa Rewşa Awarte ya Almatiyê ragihand ku demjimêr 05:30an, li jêrzemîna avahiyeke 3 qatî ku wekî pansiyon dihat bikaranîn agir derket.

Ji ber agirê “Almati Hostel”ê  13 kesan canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku 2 ji wan welatiyê Rûsyayê û 2 jî yê Ozbekistanê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema şewatê de 59 kesên ku ji şewatê xelas bûne, bi derfetên xwe derketine û 3 kes jî rakirine nexweşxaneyê.

Parêzgarê Almatî Yerbolat Dosayev jî daxuyanî da û diyar kir ku pansiyon beriya niha ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve dihat bikaranîn.

Dosayev herwiha ragihand ku pansiyon beriya mehek û nîv bi awayekî ne yasayî hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst