Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Qibris manoreke hevbeş encam didin

30-11-2020
RÛDAW
Nîşan Manora Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Komara Qibrisê li qeraxên Îskanderiya Misirê manorek hevbeş a deryayî û esmanî destpê kirin.

Wezareta Berevaniya Yunanê û Komara Qibrisê ragihandin ku bi beşdariya Misir, Yunan, Îmarat, Fransa û Komara Qibrisê îro Duşemê 30 Mijdara 2020an manora hevbeş destpê kir û biryara heta 6ê Kanûnê bidome.

Wezaretan di daxuyaniya xwe de diyar kirin, di navbera 30ê Mijdarê û 6ê Kanûnê de li Îskenderiyê manorek hevbeş a hewayî ya pir netewî pêk tê.

Li gor daxuyaniyê ji bo hevkarîya operasyoni û berevanî pêşbixin , Yunan û Komara Qibrisê bi çar çavan  li bendê ne ku bi hevkarên xwe manorê pêk bînin”

Li gor nûçeya Euronewsê, serbazên Misir, Yunan û Qibrisê ji 2017am vir de salê carek manorek hevbeş pêk dianîn. Îsal Fransa û Îmarat jî tevlî manorê dibe.

Manora serbazî ji 3 qonaxan ve pêk tê; lêgerîn – xelaskirin, cenga elektronîkî û hejmarek çalakiyên din bên encamdan.

Manora serbazî “MEDUSA 2020” hatiye bi nav kirin. Cihê balkêşiyê ye ku ev manor di demekê de tê ku aloziyên di navbera Tirkiyê Yunan û Komara Qibrisê de li Rojhelat Derya Sipî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst