Sergey Lavrov: Ji bo vekirina rêyên mirovî pêwîstiya me bi alîkariyê nîne

30-04-2022
RÛDAW
Nîşan Rêyên Mirovî Êrişa Rûsya li dijî Ukrayna UN
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo vekirina rêyên mirovî yên li bajarên Ukraynayê yên êrîş li wan hatiye kirin, pêwîstî bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî nîne.

Li ser pêşniyarên ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li ser vekirina rêyên mirovî dabû Moskowê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Pêwîst nake ti aliyek ji bo vekirina rêyên mirovî alîkariyekê pêşkêş bike.”

Lavrov anî ziman, "Tenê pirsgirêkek heye; vekirina rêyên mirovî ji aliyê neteweperestên Ukraynayê ve tên piştguhkirin."

Sergey Lavrov her wiha "spasdariya" xwe ji bo hewlên Antonio Guterres destnîşan kir.

Lavrov welatên Rojavayî jî bi çêkirina astengiyan li pêşiya danûstandinên navbera Rûsya û Ukraynayê tometbar kir û diyar kir ku di danûstandinên Stenbolê yên meha borî de li ser gelek mijaran pêşketin çêbibûn wek mijara bangewaziya Rûsyayê ya xwedîtiyê li parçeyên Ukraynayê û pirsa garantiya ewlekariyê lê dîplomatên Ukraynayê bi gotina welatên Rojavayî kirin û dev ji danûstandinan berdan.

Lavrov got, "Em ji ber daxwaza wan a lîstikê asê mane. Ji ber rênimayên ji Washington, London û paytextên din ên ji bo pêşîgirtina li pêşketina danûstandinan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst