Amerîka cezayê heta hetayê li çekdarekî DAIŞê birî

30-04-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Alexanda Kotey Beatles DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Amerîkayê cezayê heta hetayî ji bo çekdarekî berê yê DAIŞê derxist ku ji revandin û kuştina çend çalakvan û rojnamevanên biyanî li Sûriyê berpirs bû.

Duh înê endamê şaneya kuştin û revandinê ya DAIŞê ku wek Beatles tê naskirin, Alexanda Kotey ji aliyê dadgeheke Amerîka ve bi zindanîkirina heta hetayî hat cezakirin.

Alexanda Kotey ê 38 sal î, berî ku nasnameya wî bê hilweşandin, welatiyê Brîtanyayê bû. Îlona borî itiraf bi tawanên xwe kir ku beşdar bû di kuştina çar dîlên Amerîka li Sûriyê, herweha revandin û îşkencedana hejmarek rojnamevan û çalakvanên din yên biyanî.

Sala 2018, Hêzên Sûrya Demokratîk Alexanda Kotey û endmaekî din yê wê şaneyê bi navê Şafî Şêx girtin û radestî hêzên Amerîka yên li Iraqê kirin. Piştre sala 2020 ji bo Amerîka hatin vegerandin da ku bêne dadgehkirin.

Şafî Şêx berî niha di vê mehê de, hemû tawanên ku kirine bi ser de hatin eşkerekirin û piştrastkirin. Biryar e di 19 Tebaxa îsal de bê cezakirin.

Herdû tawanbar li dadgeha Alexanderia li nêzîkî Washington bi amadebûna kesûkarên kuştî û revandiyan hatin dadgehkirn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst