Biden dê dîplomateke Kurd wek Balyoza Amerîka li Misrê destnîşan bike

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê dîplomata Kurd Hêro Mistefa weke Balyoza Amerîka li Misrê destnîşan bike.

Koşka Spî di daxuyaaniyekê de ragihand ku Hêro Mistafa di navbera salên 2019-2023an de Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê bû û dîplomateke xwedî ezmûn e.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dîplomata Kurd di sala 2021an de ji aliyê Weqfa Carnegie ve weke “yek ji koçberên herî serkeftî yên Amerîkayê” hatiye hilbijartin.

Hêro Mistefa kî ye?

Hêro Mistefa sala 1973an li Paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de sala 1976an bi neçarî ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye.

Sala 1995an ji Zanîngeha Georgetown a Washingtonê derçûye û li zanîngeha Princeton a New Jersey mastera zanistên siyasî wergirtiye.

Cîgira Serokê Nûneratiya Amerîkayê li Balyozxaneya Lîzbona Portugalê bû. Her wiha bûye Şêwirmenda Siyasî di Balyozxaneya Amerîka li Paytexta Hindistanê New Delhi.

Ji ber gelek serkevtinên xwe Xelata Zimanê Matilda Sinclair wergirtiye. Ji bilî zimanê Îngilîzî, bi Kurdî, Erebî, Farisî, Yûnanî, Hindî, Bulgarî û Portugalî dizane.

Di navbera salên 2009-2011an de li Ofîsa Cîgirê Serokê Amerîkayê li ser mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Başûr kar kiriye.

Belgefîlmek binavê “American Hero” li ser koçkirina malbata wê û jiyana wê hatiye çêkirin ku Hêro lehenga sereke wa yê belgefîlmê bûye.

Ji bo ku dîplomatê Kurd dest bi kar bike, divê Senatoya Amerîkayê pêşniyara Biden bipejirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst