YE çavdêriya peravên Kanala Ingilîz dike

29-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê bi firokeyekê çavdêriya peravên Kanala Ingilîz û tevgera koçberan dike daku bikaribe torên bi qeçax koçberan derbas dikin kontrol bike.

Roja Yekşemê 28ê Mijdara 2021ê Fransayê wezîrên Belçîka, Almanya û Holandayê ligel Komisyona Yekîtiya Ewropayê bo civîneke bilez a li ser mijara koçberan vexwendin ku li Bendera Calaisê hatibû organîzekirin.

Ev jî piştî wê yekê hat ku roja Çarşema borî 24ê Mijdara 2021ê belemeke koçberan dema dixwest di Kanala Ingilîz re derbasî Brîtanyayê bibe niqûm bû û di encamê de 27 koçberan canê xwe ji dest dan ku beşek ji wan Kurd bûn.

Herçiqas berê Brîtanya jî bo wê civînê hatibû vexwendin, lê piştî Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson nameyek ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron re şand, Fransayê biryar da civîn bêyî Brîtanyayê bê kirin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bi hev re û ji nêzîk ve dijî qeçaxçîtiya bi koçberan kar bikin, bazirganiya belemên lastîkî sînordar bikin, ji ber bi gotina wan ew corê beleman bi piranî ji aliyê koçberan ve tên bikaranîn daku ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin.

Piştî civînê Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Fransa amade ye li ser mijara koçberên neyasayî danûstandineke ciddî ligel Brîtanyayê bike û lê got, nabin rehîneyê destê siyaseta navxwe ya Londonê.

Ev jî di demekê de ye, herdû alî hevdû bi wê yekê tohmetbar dikin ku di mijara koça neyasayî de karê pêwîst nakin. Komisyara Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson tekez kir ku divê bi hev re ligel Brîtanyayê kar bikin bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêya pevguhertina zanyarî û îstixbaratê.

Darmanin da zanîn ku ji roja 1ê Kanûnê ve firokeyek ji aliyê Ajansa Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ve di çavdêrîkirina peravan de hevkariya Fransa, Belçîka û Holandayê dike daku torên bi qeçax koçberan dibin destnîşan bikin.

Ji aliyê xwe ve Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel jî got, “mixabin” ku vexwendina Brîtanyayê hatiye hilweşandin û tekezî li ser pêşniyara Brîtanyayê ya vegerandina koçberan bo Fransayê kirk u hevdem berê Boris Johnson di nameya bo Emmanuel Macron de behs kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst