Lavrentiev: Hemû alîkariyên bo Sûriyê divê bi rêya desthilatên rewa derbas bibin

28-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alexander Lavrentiev, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê helwestên bi hêz ji bo piştevaniya Beşar Esed Serokê Sûriyê nîşan dan.

Lavrentiev ji ajansa TAS a Rûsî re got, mercên opozisyona Sûriyê ji bo dûrxistina Esed nayên qebûlkirin.

Lavrentiev herwiha got jî, eger hin têbîniyên opozisyona Sûriyê li ser Destûrê hebin ew dikare pêşkêş bike da ku bên gengeşekirin, lê eger ew Destûreke nû dixwazin ku destdanên serok kêm bike, û hewla guhertina rejîmê de, ev yek nayê qebûlkirin.

Derbarê alîkariyên mirovî de, Lavrentiev ragihand ku divê tevahiya alîkariyên bo Sûriyê bi rêya desthilatên rewa yên Sûriyê derbasî wî welatî bibin.

Derbarê hebûna hêzên Amerîka li Sûriyê, Lavrentiev got, zû yan dereng, Amerîka dê ji Sûriyê vekişe, lê ya girîng ew e ku encama vekişîna wan hevşêweyê senaryoya Efxanistanê nebe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst