Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê îro li Roma dicive

28-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Roma ya paytexta Îtalya civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê birêve diçe û têde metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê û pirsa terorê bê gutûbêjkirin.

Di civînê de wezîrên derve yên 83 welatên endamên hevpeymaniyê beşdar dibin û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj dikin.

Wezîrên Derve yên Amerîka û Îtalya, Antony Blinken û Luigi Di Maio serokatiya civînê dikin.

Cudahiya civîna vê carê ya Hevpeymaniyê, beşdariya zêdetir ji 25 welatên Afrîqya ye ku li ser daxwaza Amerîka bo civînê hatine vexwendin û zêdebûna metirsiya DAIŞê li Afrîqya gotûbêj dikin.

Civîna Roma taybet e bi gefên DAIŞê û yekemîn civîn e di serdema Joe Biden de, ku weke taqîkirineke zehmet li pêşya wî tê danîn.

Tê çaverêkirin di wê civînê de stratejiya Amerîka ji bo Sûriyê were diyarkirin.

Herwiha îro li Roma grûpa G-7 a Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê de dicive.

Di civîna grûpa G-7 de, Tirkiyê û Urdin jî hatine vexwendin û dê Şanderê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedrsen jî beşdar bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst