Seyran Papo: Ez bi dengên Kurdan serketim

28-05-2022
Hêmin Ebdullah
Parlamentera CDU Seyran Papo
Parlamentera CDU Seyran Papo
Nîşan CDU Hilbijartinên Almanya
A+ A-

Li herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê di 8ê Gulanê de hilbijartin hatin kirin û Seyran Papo ya ji Cizîr a Bakurê Kurdistanê ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) wek parlamenter hat hilbijartin. Seyran Papo got, “Kurdên nişteciyên Herêma Schleswig-Holsteinê pir piştevaniya min kirin.”

Parlamentera CDUyê li herêma Schleswig-Holstein Seyran Papo diyar kir ku di hilbijartinê de bi ferqeke mezin li hemberî serokê Partiya Sosyaldemokrat a Almanyayê (SPD) yê Schleswig-Holstein bi ser ket.

Seyran Papo diyar kir ku CDU li Schleswig-Holstein siyaseta xwe ya li hember biyaniyan baştir kiriye, ji ber vê yekê girîng e Kurdên li Schleswig-Holsteinê dijîn beşdarî partiyê bibin û got, “CDU Schleswig-Holsteinê 34 kursî bi dest xistin.”

Papo her wiha bang li Kurdan kir, “Divê her ciwanekî me bikeve nav partiyên siyasî, bi taybetî partiya min CDUyê.”

Parlamentera CDUyê li herêma Schleswig-Holstein Seyran Papo di hevpeyîna ligel Rûdawê de behsa projeyên xwe kir.

Rûdaw: Ez dixwazim bipirsim çima serkeftina te di hilbijartina parlamentoyên herêman de li Almanyayê evqasî giring bû û bû nûçeyeke mezin. Pêşî li Herêma Schleswig-Holsteinê, xasma li ser bajarê Kêlê dixwazin bêhtir biaxivim. Gelek kurd li vê herêmê dijîn. Ez çûme nav wan û nexasim nav bajarê we, bajarê Kêlê, min dît ku rewşa wan ne baş e û pêdiviyên wan gelek in. Mirov dibîne ew der Almanya ye, lê ne Almanyayeke cuda û pêşkeftî ye wek deverên din. Gelo tu dixwazî di salên bê de, çi ji kurdên nişteciyên vir re bikî ji bo ku rewşa wan baştir bibe?

Seyran Papo: Ez spasiya hatina we ji bo vir dikim. Wek hûn dizanin berî du hefteyan hilbijartina parlamentoyên herêman li vir hat kirin. Ez jî berbijêr bûm û di rêzbenda 18emîn de li Herêma Schleswig-Holsteinê, xasma bajarê Kêlê û li Gardinê. Gelek kesên biyanî li vir hene. Her wiha hejmareke zêde ya kurdên me li vir dijîn. Lewra min dixwest bibim berbijêr û ez berbijêr kirim. Pirsgirêka Gardinê li Kêlê pirsgirêkeke mezin e, nexasim di aliyê biyokratîk de gelekî bipirsgirêk e. Her wiha pirsgirêka bidestxistina cihê niştecîbûnê heye. Lewma ez di dema hilbijartinan de mal bi mal geriyam û min dixwest bizanim hûrgiliyên pirsgirêka wan merivan çi ye, çunkî min ji wan kesan re gotibû gava ez bibim nûnera we li parlamentoyê, ez dixwazim hergav deriyê me ji hev re vekirî be û ez naxwazim tenê bibim parlamentereke diyalogî û tenê li parlamentoyê rûnêm. Wê demê ji bo min jî zehmet dibe û çênabe li cihê ku ez nûneratiya wan dikim, ez nizanibim pirsgirêk û daxwaziyên şêniyên wir çi ne. Li wir pirsgirêkên cuda hene. Wek mînak pirsgirêkên jinan hene, nemaze bidest neketina kar û fer nebûna zimên. Tew hinek gencên me li wir hene zimanê dayikê nizanin. Ev bêtar e. Kesek zimanê xwe yê dayikê fêr nebe çawa dikare hînî zimanên din bibe! Lewra em têdikoşin, her çiqas tenê du hefte ne ku me serkeftin bi dest xistiye û ez bûme parlamenter. Lê min soz daye wan kesan ku em ê hemû arîşe û pirsgirêkên wan çareser bikin. Xasma piştî ku hikûmeta xwecihî pêk hat, em ê wê heynê têkoşîna xwe zêdetir bikin ji boku hemû kêşe û arîşeyên wan bi temamî çareser bibin.

Rûdaw: Yek ji pirsgirêkên herêmê Rêveberiya Biyaniyan e. Dibêjin pir dereng bersiva biyaniyan dide. Gelo hûn dikarin karê ciddî jê re bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin?

Seyran Papo: Erê, lê heta niha şaredarî di destê SPD de ye û ne di destê CDUyê de ye. Niha em li Herêma Schleswig-Holsteinê partiya yekemîn in. Ev pirsgirêkeke mezin bû. Sedemeke serkeftina me bû. Xelk bêzar bûbû. Bi gelemperî, piştî çend daxwazkariyan û heft-heşt hefteyan nû Rêveberiya Biyaniyan caba xelkê dida. Her wiha, şeş meh diçûn heta bersiva dawî ya kesekê didan. Ev pirsgirêkeke mezin bû li wê herêmê. Lewma min bixwe lêkolîn û şopandinên pir hûr kir û min fêm kir ku çi bobelatek e. Min biryar da karê min ê yekem ji bo herêmê başkirin û çareserkirina wê pirsgirêkê be. Çunkî heta niha jî xelk pêwendiyê bi min re dikin ji bo çareserkirina kêşeyên bi vî rengî. Lê wek min got heta niha şaredarî ne di destê me de ye. Lê ez ê di hola parlamentoyê de bi ciddî li ser çareserkirina vê arîşeyê bixebitim.

Rûdaw: Medyaya almanî di TV û rojnameyan de, hemûyan weşand ku kurdek li CDU li Herêma Schleswig-Holsteinê serkeftî bû. Çima ev nûçe ewqasî giring bû?

Seyran Papo: Ji ber ku gava ez hatim berbijêrkirin, baweriya min wisa bû ku ez dikarim rasterast bi ser kevim û partiya min jî serkeftî dibe. Ji tomeriya 34 berbijêrên me yên serkeftî, 32 berbijêran rasterast serkeftin bi dest xist ku ez yek ji wan bûm. Her wiha du parlamenter jî di nav lîsta partiyê de bi ser ketin, tew di nav Gardinê de, ev cara pêşî ye tiştekê wiha diqewime. Çunkî hergav Partiya SPDê zêdetirîn bi dest dixist û berbijêrên wan rasterast bi ser diketin. Lê vê carê, ji bo cara ewil berbijêrên Partiya CDUyê û ez jî di nav de, me rasterast zora Partiya SPDê bir. Ya duyem jî, ya ku giring bû û nexasim ji hêla medyayê ve ew bû ku rikberê min serokê Partiya SPDê li Herêma Schleswig-Holsteinê bû ku dengderên wî yên pir zêde hebûn. Tew di nav Berlînê de jî, gelek piştevanên wî hebûn û xwedî desthilat bû, lê min zora wî bir. Her çiqasî baweriya min a tam bi min hebû ku ez ê bidim pêşiya wî. Çunkî me di nava 5 salên derbasbûyî de karên pir baş kir. Ev jî bû sedem ku rûniştiyên Gardinê bi tevahî piştevaniya min kirin û ez spasiya wan dikim.

Rûdaw: Gelo bandora kurdên nişteciyên herêmê li ser serkeftina te hebû?

Seyran Papo: Erê. Ji ber ku piştevaniyeke mezin bi min re kirin. Çunke min ji serî ve got ku ez kurd im û dixwazim mîna kurdekê bi ser kevim. Min digot ez dixwazim bi şêweyekê rasterast bi ser kevim. Her çiqasî digotin min ku serkeftina te bi şêweyê rasterast zehemt e, lê êdî ez bi ser ketim û li vir ez pir spasiya wan dikim û hewldanên zêde ji bo min kirin û me armanca xwe sergihayî jî kir. Îcar, cudahî jî ji bilî ku min bi şêweyê rasterast zora hevrikê xwe yê bihêz bir û bi ser ketim, lê serkeftin bi cudahiyeke berbiçav bû jî. Ango bi hejmareke zêde ve bû. Ev jî bi piştevaniya kurdên nişteciyên herêma me bû, lewma ez spasdara wan im.

Rûdaw: Di nav çepgiran de gelek caran me parlamenter dîtine û kesên bandorker bûn. Li Parlamentoya Almanyayê û her wiha li Parlamentoya Ewropayê. Lê gava Xirîstiyan Demokratan bin û kurd di nav de bin, ev tiştekê nû ye. Gelo tiştekê nû yan guhertinek di siyaseta Xirîstiyan Demokratan de, xasma li hember kurdan çêbûye, ji bo ku bêhtir di nav Xirîstiyan Demokratan de bixuyin û bibin kesên bandorker?

Seyran Papo: Heke tu ji min bipirsî, sedema wê ew bû ku me kurdan heta niha nekariye cihê xwe di nav Partiya Xirîstiyan Demokratan de bigirin. Pêwîst e ji niha bi şûn de em kurd tev li wê partiyê bibin û dengê xwe bilind bikin. Partiya CDUyê li vê herêmê di hundirê 5 salên çûyî de, polîtîkaya xwe li hindava biyaniyan guhert, xwe nû kir û derfetên mezin da biyaniyan û xelkê jî ev yek dît. Her wiha di dema şerê dijî DAIŞê de, Partiya CDUyê tekane partî bû ku bi her hawî piştevaniya kurdan kir. Ji bilî vê hêlê, partiya me di çend hêlên din de jî ji wan re kar kir. Lewra bi nêrîna min pêwîst e genc û lawên me herin nav partiyên siyasî, xasma Partiya CDUyê.

Rûdaw: Niha frakisyona we li parlamentoyê pir mezin bûye û pêwîstiya we bi gelek partiyên din ji bo pêkanîna hikûmeta vê herêmê nîne. Bi dîtina we, dê hikûmeta bê çawa be?

Seyran Papo: Em niha 34 parlamenter in, ango frakisyona me 34 parlamenter in. Niha kar ne mîna berê dijwar e. Heke tenê parlamenetekê me yê tenê yê zêdetir hebûya, me dê bikaribûya bi tenê hikûmetê pêk bînin. Lê di aliyê demokratîk de wiha çêtir e ku hikûmet ji aliyê partiyekê tenê ve neyê pêkanîn. Lê bi hevparî bi partiyên din re çêtir e. Di nava 5 salên borî de, CUD bi FTP û Girûnê re hevalbendiya me hebû û em tê de serkeftî bûn, û piştî encaman me karibû me bi her partiyekê re bixwesta hikûmetê pêk bînin. Lê wek min got, di 5 salên borî de hevpeymaniyeke me hebû û me bi hev re karên baş kir. Kesên zîrek û jêhatî tê de hebûn û me dixwest ku ev hevpeymanî bidome û em bi hev re hikûmetê pêk bînin. Em tenê li berjewendiya partiya xwe nefikirîne. Çimkî beşdarbûna du partiyên din kursiyên me li kabîneya hikûmetê kêm dikir. Lê me guh nedayê û li gor me berjewendî û karkirina hevpar giringtir e. Ji bo vê meremê me danûstandin bi her du partiyan re kir. Lê hewldan ne serkeftî bû. Çimkî ew her du partî bi hev re di nakokiyê de bûn. Niha em bi Partiya Kesk re di danûstandinê de ne û dê gotûbêjên pêkanîna hikûmetê çend hefteyan bidomin.

Rûdaw: Ez vêga li kurdiya te ya şîrîn guhdarî dikim û dibêjim sitî Seyran Papo her li Kurdistanê bûye, gelo te serdana Kurdistanê kiriye, xasma te Başûrê Kurdistanê dîtiye?

Seyran Papo: Ez hergav serdana Kurdistanê dikim. Ez cizîrî me û li wir jî ji dayik bûme. Di hundirê mala me de, em hergav bi kurdî dipeyivin û her çiqasî çend sal in ez neçûme Kurdistanê, lê ez hêvîdar im ku ez van nêzîkan serdana Kurdistanê bikim. Her çiqasî ez li vir im û li vir dijîm jî, lê dilê me hergav li Kurdistanê ye.     

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst