Berpirs û fermandarên berê yên Amerîkayê derbarê Sûriyê de nameyek ji Biden re şandin

28-03-2023
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Joe Biden Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîka 40 berpirs û fermandarên bilind ên berê yên Amerîkayê ligel hejmarek çalakvanên Sûrî, nameyek arasteyî Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kirine, û daxwaz kirine ku rêgiriyê li hewlên welatên Erebî ji bo asayikirina peywendiyan li gel bikin.

Di nameyê de, ku hin berpirs û fermandarên paye bilind ên berê yên Amerîkayê wek Fermandarê Berê yê CENTCOMê Kenneth McKenzie, Balyozê Berê yê Amerîkayê li Iraq û Tirkiyê James Jeffrey, û çendîn berpirsên berê yên Amerîkayê li ser îmze kirine, hatiye gotin "Dijatiya asayikirina li gel rejîma Sûriyê ne tenê bi gotinê ye. Ji ber ku bi vî şêweyî ziyan digihêje hemû omêdiyên vegerandina ewlwhî û cîgîriyê ji bo navçeyê."

Fîras Feham, lêkolêrê Navenda Cisûr ji Rûdawê re got, ev name nîşana tunebûna nêrîneke zelal a îdareya Biden derbarê Sûriyê de ye.

Lêkoler Fîras Feham dibêje “Nameya ku siyasetmedar û dîlpmatkarên berê û hin lîkolîneran bo îdareya Biden şandine bi zelalî nîşan dide ku hestekî zêde heye ku nêrînerek zelal a îdareya Bidesn derbarê dosyeya Sûryiyê de nîn e. Name îdareya Biden han dide ku helwestine rasteqîne bistîne li dijî hewlên hin welatan ên asayikirina pêwendiyan li gel rejîma Sûriyê. Bawer im ku pêşdestiya îdareya Biden rikaberî li gel Rûsya li Ukrayina ye.”

Feham got jî, hebûna Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê helwesta wê bihêz dike.

Fîras Feham ragihand “Ew tenê red dike ku piştevaniya prosesa avakirinê li Sûriyê bike, yan jî rakirina sizayan ji ser Sûriyê madem ku çareseriyeke siyasî nîn e. Her wiha kaxezên hêzê di destê wê de li ser erdê hene, girêdayî herêma bakurê rojhilatê Sûriyê ne ku petrol lê heye. Ji bilî wiha, diyar e ku Amerîka pir guhnade helên hin welatan ji bo asayikirina pêwendiyan, dibe ku Amerîka wiha dibîne ku ev hewl tê serî negirin.”

Ev name û hişyariya berpirs û fermandarên Amerîkî bo îdareya Biden, di demekê de ye ku çend mehên borî welatên Erebî hewl didin peywendiyên xwe ligel Beşar Esed asayî bikin û ligel nîgeraniya Amerîkayê, welatên wek Îmarat, Bahreyn, Misir û Umanê hewl dane peywendiyên xwe ligel Şamê asayî bikin û hefteya borî jî Beşar Esed serdana Îmarat kir, ev jî wek pêngavek daku Sûriye ji bin wê guşarê derkeve ku ji sala 2011an ve di nav krîzê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst