Daxwaz ji Biden tê kirin nehêle welatên Erebî peywendiyên xwe ligel Sûriyê asayî bikin

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Welatên Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 40 berpirs û fermandarên bilind ên berê yên Amerîkayê ligel hejmarek çalakvan û pisporên karûbarên Sûriyê, di nameyeke taybet de bo Serok û Wezîrê Derve yê Amerîkayê, daxwazê ji îdareya Amerîkayê dikin ku siyasate xwe ya Sûriyê di ber çavan re derbas bike û dixwazin Amerîka nehêle welatên Erebî peywendiyên xwe ligel Sûriyê asayî bikin.

Roja Duşemê 27ê Adara 2023an nêzîka 40 berpirs û fermandarên paye bilind ên berê yên Amerîkayê wek Fermandarê Berê yê CENTCOMê Kenneth McKenzie, Rêveberê Berê yê Saziya Îstixbarata Amerîkayê John McLaughlin, Balyozê Berê yê Amerîkayê li Iraq û Tirkiyê James Jeffrey, Alîkarê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê Berê bo Rojhilata Navîn Jeffrey Feltman û çendîn berpirsên berê yên Amerîkayê di nameyekê de bo Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken daxwaz kirine ku siyaseta xwe ya Sûriyê di ber çavan re derbas bikin û rê li ber wê pêla nêzîkbûna welatên Rojhilata Navîn ligel desthilatdarên Sûriyê bigrin.

Di nameyê de tê gotin: “Dijî asayîbûna ligel rejîma Sûriyê tenê axaftin têr nake. Ji ber bi wî awayî zerarê dighîne hemû hêviyekê bo vegera asayîş û aramiyê bo navçeyê.”

Ev name û hişyariya berpirs û fermandarên Amerîkî bo îdareya Biden, di demekê de ye ku çend mehên borî welatên Erebî hewl didin peywendiyên xwe ligel Beşar Esed asayî bikin û ligel nîgeraniya Amerîkayê, welatên wek Îmarat, Bahreyn, Misir û Umanê hewl dane peywendiyên xwe ligel Şamê asayî bikin û hefteya borî jî Beşar Esed serdana Îmarat kir, ev jî wek pêngavek daku Sûriye ji bin wê guşarê derkeve ku ji sala 2011an ve di nav krîzê de ye.

Herwiha ligel wê asayîbûnê jî hewldan hene bo aktîvkirina endamtiya Sûriyê li Komkara Erebî û di nameyê de, îdareya Biden bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bi eşkere dijî asayîbûna peywendiyên welatan e ligel Sûriyê, lê bi nehênî glopa kesk ji welatên Erebî re pêxistiye bo wê asayîbûnê.

Amerîkayê çendîn car tekez kiriye ku bi ti awayekî peywendiyên xwe ligel Sûriyê asayî nake û Antony Blinken cotmeha sala borî derbarê asayîkirina peywendiyên welatan ligel Sûriyê de ragihand ku Washington bi ti awayekî ne ligel asayîkirina peywendiyên ligel desthilatdarên Sûriyê ye û cezayên ser hikûmeta Şamê ranakin heta pêşveçûnên xuya di proseya siyasî ya wî welatî de çênebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst