WASHINGTON / Êrişî Kongreya Amerîka kirin – Koşka Spî hat girtin!

28-03-2016
RÛDAW
Nîşan Washingotn Kongreya Amerîka Koşka Spî Dengê çekan Êriş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Washington a paytextê Amerîkayê dengê çekan li navenda serdankerên Kongreya Amerîkayê û avahiya US Capitol Complex tê bihîstin.

 

Li gor hin zanyariyan li Washington a paytextê Amerîkayê li nêzîkî avahiya Kongreya Amerîkayê dengê çekan hat bihîstin.

 

Hêzên polîs û tîmên pizîşkî yên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê û derdora avahiya US Capitol Complex bi tememî dorpêç kirine û li ser hatinûçûnê girtine.

BBCyê ragihand, di Kongreya Amerîkayê de gulle hatine reşandin û ji ber wê avahiya Kongreyê hatiye girtin û ji kesên tê de hatiye xwasin, ku li cihekî penah bigirin û xwe biparêzin.

 

Herwiha BBCyê da xuyakirin, ku bînaya Koşka Spî hî ji ber gefên ewlehiyê hatiye girtin.

 

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî ragihand, ku ji karmendên Kongreyê û kesên ku serdana avahiya Kongreyê kirine, hatiye xwastin, ku li cihê xwe bimînin.

 

Reutersê herwiha ragihand, ku kesekî êrişkar ji aliyê hêzên polîs ve hatiye girtin.

 

Herwiha di encama gullereşandinê de polîsek ji milê xwe ve birîndar bûye.

 

Ajansa Asociated Pressê jî ragihand, ku polîs kesê êrişkar girtiye û bo girtîgehê veguhast.

 

Asociated Pressê herwiha da xuyakirin, ku di encama gullereşandina kesê êrişkar de polîsek birîndar bûye, lê belê birîna wî ne ciddî ye.

 

Li gor heman çavkaniyê, Berdevkê Avahiya Kongreya Amerîkayê û Polîsê Kongreyê amade nebûn derbarê bûyerê de ti daxuyaniyan bidin.

 

Ev bûyer di demekê de ye, ku Senato ya Amerîkayê bi awayeke fermî tatîl e û endamên Encumena Nûneran a Amerîkayê jî li bajar û deverên xwe ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst