Li Îslandê encamên hilbijartinê guherîn; Keça Kurd neket parlamentoyê

27-09-2021
RÛDAW
Nîşan Lenya Teha Kerîm Keça Kurd Îsland Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên parlamentoyê yên Îslandê de hatibû ragihandin ku jinan di parlamentoya ku ji 63 kursiyanpêk tê 33 kursiyan bi dest xistine. Lêbelê, paşê hate ragihandin ku piştî jinûve jimartina dengan li rojavayê welêt, 30 jin wekî parlamenter hatin hilbijartin. Herwiha hatibû ragihandin ku keçeka Kurd Lenya Teha Kerîm a ku wek parlamenter hatibû hilbijartin û bûbû parlamentera herî genc a wî welatî bi van encaman neket parlamentoyê.

Roja 25ê Îlona 2021, hilbijartinên parlamentoya Îslandê (Althingi) hatin lidarxistin û îro Yekşem 26ê Îlonê jî encamên wê hatin ragihandin.

Li gor encamên hilbijartinên parlamentoya Îslandê, Hevpeymaniya Çep û Rastrewan piraniya dengan qezenc kirin, û ji 63 kursiyên parlamentoyê, 37 kursî misoger kirine.

Di hilbijartinên parlamentoyê yên Îslandê de hatibû ragihandin ku jinan ji 63 kursiyan 33 kursiyan bi dest xistine û rêjeya jinan gihîştiye ji sedî 54an û bo cara yekem di parlamentoya wî welatî de hejmara parlamenterê jin ji parlamenterên zilam zêdetir bûbûn.

Lê li gorî nûçeya televziyana dewletê ya RUVê, di jimartina duyem a dengan de vê care hejmara zilaman ket pêşiya jinan. Li gorî vê yekê jinan ji 63 kursiyan 30 kursiyan bidets xistin.

Herwiha li gorî heman encamê keçeka Kurd Lenya Teha Kerîm a 21 salî ku wek parlamenter hatibû hilbijartin û bûbû parlamentera herî genc a wî welatî bi van encaman nekaribû bikeve parlamentoyê.

Lenya Teha Kerîm, di hevdtîneke medyayî de behsa malbata xwe kiriye û ragihandiye, bavê wê Kurd e û ji sala 1993an ve çûye Îslandê û dayika wê jî ji sala 1996an ve çûye wî welatî, bêyî ku amaje bi navê bajar û navçeyê bike.

Di sala 2013an de malbata Lenya vegeriyane Kurdistanê û di 2016an de careke din vegeriyane Îslandê.

Lenya dibêje, “Ez li îslandê ji dayik bûme û mezin bûme. Zimanê Îslandî gelek baş dizanim, lê hevdem dizanim jî ku ez bi esil ji malbateke koçber hatime.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst